Ji bo ciwanên welatparêz û şoreşger ên hemû Kurdistanê û Tirkiyê

Bi hêviya ku Newroza 2019’an wê bawerî, yekîtî û şoreşê zêdetir xurt bike Newrozê em li hemû ciwanên Kurdistanê û Tirkiyê pîroz dikin. Bi baweriya ku Newroza 2019’an wê beriya her tiştî bibe destpêka serdema ku ciwanên welatparêz û şoreşger tola mezin hilînin, em bang li hemû ciwanan dikin ku li her qada ku lê ne bi giyanê ku Newrozê zindî bikin li qadan bin.

Di rewşa berdest de, bi polîtîkayên şerê taybet a faşîzma TC’ê, faşîzm kiriye bela serê ciwanan. Li ser ciwanan guşareke zêde ya faşîzmê heye. Faşîzm herî zêde êrîşê dibe ser beşê civakê yê herî dînamîk û zindî. Faşîzm hatiye rewşeke wiha ku ciwan ji ber didin qaqa reş. Em baş pê dizanin ku sebra ciwanan li bara vê nemaye. Û bi vê rasteqîniyê, ji bo ku ji faşîzmê tolê bistînin, em bang dikin ku vê Newrozê mîna gaveke destpêkê bibînin.

Îro, ji bo ku em ji faşîzmê tolê hilînin ji her demê zêdetir sedemên me hene. Faşîzm bi homojenkirina ciwanan dixwaze nifşekî nû yê ciwan ê yek reng û kêmdeng biafirîne. Ji bo vê jî ji kuçeyan heta bi metropolan, ji bêkaran heta bi kedkaran, ji xwendekaran heta bi karmendan, ji muxalîfan heta yên ku deng derdixin dixwazein ciwanan bikin yek reng. Bi vê tê xwestin, bi nifşekî ciwanan ên bêdeng, ji têkoşînê qut, ji civakê qut, di rûnê xwe de diqijile, temenê xwe dirêj bikin. Li dijî van polîtîkayên gemarî û yekreng, tenê bi rawesteke şoreşgerî faşîzmê em dikarin hilweşînin û parçe bikin.

Wê xwe xapandinek be ku ji rejîma faşîst ku li bara hemû dengê muxalîf ê ciwanan xwenebihistî dike û sansûrê dike, mirov li benda tiştekî be û ev ê li ser nanê wan bibe nivişk. Lê îro berxwedanên ku li zindanan dest pê kirin û pêl bi pel mezin dibin, ji bo hemû ciwanan, bûye fermana şoreş û tolhildanê. Tam ji bo vê Newroz dibe navê tolhildanê. Newroz dibe qêrîna serhildanê ya ciwanan. Ciwan bi Newrozê re li ber xwe didin. Bi Newrozê re nû dibin û bi Newrozê re rêxistinî dibin. Em diyar dikin, bi morala ku Newrozê bi me re çêkirî, em ê bi mîsogerî tola şehîdên xwe hilînin. Em Newroza 2019’an diyarî hevrê Zulkuf Gezen dikin, em dixwazin bibêjin, bila kes jê gumanê nebe ku em ê tola wî ji mêtingeriya faşîst bistînin.

Banga me ji bo hemû beşên ciwanan e. Ziman, çand, bawerî, rengê xwe çi dibe bila be, werin bi giyanê zindîker ê Newrozê em bi hev re ji faşîzmê hesab bipirsin. Em faşîzmê, bi rengekî ku nikaribe careke dî li van xakan şîn were, tine bikin. Çi digot, Rêber Apo; faşîzm herî pir ji ronkahiyê û deng ditirse. Newroz ronkahî ye. Ciwan deng e. Naxwe divê Newroz û ciwan bibin yek. Ango divê ronkahî û deng bibe yek. Agirê Newrozê wê faşîzmê biweşitîne, qêrîna azadiyê wê zengara li ser guhên ku hatine kerrkirin, paqij bike. Ji bo vê, em careke dî bi coşiyeke meztir a Newrozê li qadan bin. Derba kujer em ciwan li faşîzmê bixin. Hêrsa ciwanan bi mîsogerî wê faşîzmê bişewitîne. Bi vê çarçoweyê cejna Newrozê ya ciwanan em bi hîsên xwe yên şoreşger pîroz dikin. Em dibêjin, serkeftina teqez em ê bi dest ve bînin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî
Koordinasyona Komalên Ciwan
19-03-2019