Çima jin berê xwe dide çiya?Ji bo ku mirov çiya nas bike, beriya her tiştekê divê pênaseya çiya were kirin. Rêbertî dibêje serê çiya sembola azadiyê ye. Binarê çiya jî cihê destpêkirina şaristaniyê ye. Heke em bi van hevokan derkevin rê, divê ji dîrokê destpê bikin. Jin û dîrok divê jinûve were analîzkirin. Di dîrokê de jin çawa bû û dema daket binarê çiya jin di nav şaristaniyê de rewşekî çawa jiya, îro çima cardin berê xwe dide çiya?

Ji ber ku mirov heya tî nebe li avê nagere, birçînebe li xwarinê nagere.Jin jî pêdiviya azadiyê dît, cardin berê xwe da çiya. Çiya derguşa mirovatiyê ye. Di civaka neolîtîkê de jin afirînera jiyanê bû. Jiyan li derdora jinê dihate hunandin, lê belê bi pêşketina hişmendiya zilam a desthilatdar re, jin ji jiyanê hate dûrxistin. Tiştê ku afirand ji destê wê hate dizîn û cewhera jinê ya azadîxwaz hate piçûk dîtin, lê belê jin ticarî ev rewşe ji bo xwe nepejirand. Şaristaniya ku jin wek hebûneke lenetî dît, ji hêla jinê ve ticaran nehate pejirandin. Ew civaka ku jinê afirandibû ji xwe biyanî ket, ji bo jinê bû zîndan. Ji ber vê heke çavdêriyeke seranser jî li jiyan heyî were kirin diyar dibe ku jin çendî bi neheqî û zordestiyan kirine bindest. Li pir deran hîna jî jin wek mirov nayê dîtin, ew hebûneke kêm, seqet û tenê wek metayekê lê tê nêrandin. Jinê ji bo hemû mirovatihê malovanî, lêdi kir dawî de bixwe bû metayek. Ev di civaka şaristaniyê de rewşeke pir biêş e. Jinê di şexsê bira, bav û hevser de ev pergala zilamsalar ticaran nepejirand û hertim li dijî wê serî hilda.Berxwedaniya jinê nayê înkarkirin, lê belê ji ber derî û cihekî ku xwe bispêrê nînbû, ji ber vê jî serîhildana wê her hate perçiqandin. Lewma jî li cih û warên pêşketina civaka mirovahiyê ango li Rojhilata Navîn jin her bi girî bersiva vê çarenûsê didin.

Îro çiyayên Kurdistanê yên pîroz careke din hembêza xwe ji jina xwedawend re vekirine. Keçên agir û rojê xwe dispêrin çiyayên asê yên azadiyê. Çiya û jin cardin hevpeymana azadiyê mohr kirin.  Jin ji şaristaniyê, civaka desthilatdar a zilam û metabûnê direve.Ango em dikarin bêjin ku jin di çiya li rastiya xwe digere. Jina ku di bin bandora zilam wenda bibû,niha xwe digihîne lûtkeyên çiyayên bilind ticaran li pişt xwe jî mêze nake. Jin cewhera xwe ya azad nikarîbû di nav civaka şaristaniyê de bidîta.Ji ber ku jin parastina xwe wenda kiribû. Jin encex dikare bi civakbûnê xwe biparêze, civak çawa avadibe: bi rêxistinbûnê. Pergalê jin ji rêxistinbûnê dûr xistibû. Her jinek di navbera çar dîwaran an jî di mêjî de hatibû hepskirin. Zilam bi fitne û fêsadiyê jin xistibû qefesekî ku nikaribû jê derbikeve û rêxistinbûna xwe avabike. Ancax jin bi dûrketinji vê pergalê dikare rastiya xwe ya windakirî bibîne. Gotineke bavûkalan heye dibêjin: hertişt li ser koka xwe dikare şînbibe. Azadiya jinê jî ancax li ser çiyayên azad xaka xwedawendan şîn bibe. Jin bi vê baweriyê bi vê coşê berê xwe dide çiya. Ji ber ku ev rastî di deriyê dewletê de, malbatê de û civaka kevneperest de nîne. Jin bi derketina çiya ji dîroka ku li ser înkara jinê hatiye nivîsandin re dibêje ‘Êdî bese’.

Bêguman gelek ferq û cewazî di navbera jiyana li çiya û pergala desthilatdar de heye. Jin di civakê de tenê milk bû. Di olan de jî jin wek erdê zilam tê binavkirin, zilam çawa bixwaze dikare nêz bibe. File dibêjin çawa dîk neçûk e, jin jî nemirov e. Di civakê de jin wek nirxekê wek mirov nehate dîtin. Lewma jî an dê çarenûsa xwe bipejiranda wek xidam bijiya, derveyî vê ti rê ji jine re di civakê de nehatibû hiştin, an jî rêyeke din bidîta û rêyekî din biafiranda. Ev rêk jî çiya ye. Rêbertî dibêje xezîne li cihê hatiye wendakirin tê dîtin. Jinê li kuderê wenda kir? kengî ji çiya daket winda kir. Jin ber bi bajaran ve çu û gav bi gav ji xwe dûr ket, gav bi gav rastiya xwe wenda kir. Wek giyayeke bê kok lê hat.

Ew jina ku careke din xwest xwe bike hêz hate çiya. Çiya cihê perestgeha jinê ye. Jin di çiya de li pîrozbûna xwe digere. Mînaka çar pepûleyan heye. Dibêjin çar pepûle rojekê agir dibînin. Pir mereq dikin dibêjin ew çiye? Yek diçe dûr ve lê mêze dike tê dibêje ew ronahî ye. Ya din diçe hinek nêz dibe dibêje ew germahî ye, ya sêyem diçe destê xwe dirêj dike dibêje ew dişewîtîne. Pepûleya çarem xwe dixe nav agir de bi agir re dibe yek bixwe dibe agir û digihîje rastiya agir. Mirov encex bikare li lûtkeyên çiya bijî, ji bo ku bikaribe tam  wateya wê têbigihîje. Ger rojekê herkes ji çiya dakeve jî wê jin çiya bernedin. Wê çiya wek perestgeh û mebedên xwe bizanibe. Ji ber ku jin bi xwe lûtkeya jiyanê ye. Jin ticar li kêlekê nesekine, lê meze nake û naçe, tê û bixwe li birca jiyanê li lûtkeya çiya jiyanê diafirîne. Li birca çiya bersiv ji çawa jiyînê? tê dayîn.

Jin, çiya û xweşikbûn bûne yek. Lê belê ev nayê vê wateyê ku ti pirsgirêk nayê jiyîn. Li çiya zehmetiyên herî mezin ku wek jin em dijîn jêmaya kevneşopiya civaka desthilatdar a ku di me de maye ye. Civaka kevneşop di me de çi avakiriye, em ji rastiya xwe dûr xistine, em bê nasname hiştine, bêbawer û bêhêvî hiştine. Wextê ku mirov bi vê felsefeyê tê çiya, di çiya de jî jiyaneke dagirtî heye, wiha nakokî derdikeve. Wek ku mirov agir û avê bi ser hev dike. her du bi hevre dikevin nav pevçûnê. Dema em tên çiya şerê ku em dikin şerê hebûnê ye. Ew pergala ku hebûna me nedipejirand û li hember wê çiyayên ku dixwaze jinê biafrîne… Em di şexsê xwe de li hember pergala desthilatdar a 5 hezar salî şer dikin. Bi xwe re têdikoşin, ev jî pir hêsan nîne. Lê pir zehmet jî nîne. Mirovek ku hedef û armanca wê zelal  be, dikare rê û rêbaza xwe hêsan bibîne. Kesa ku xwe nas dike, dikare xwe zû ji pergalêrizgar bike. Çawa zarokek dema nû çelepêkan diçe, dimeşe û piştre dibeze, jin jî li çiya destpêkê baweriya xwe qezenc dike.Ji ber ku li hemberî jiyana azad em wek zarokekê ne, bêezmûn û bêtecrûbe ne. Civaka ku em jê hatine jin bêçare hiştibû, çiya ji jinê re dibêje tu divê bibî çare. Ji ber vê jî di destpêkê de em bawerî qezenc dikin û meşa azadiyê pêş bixin. Ji bo mirov bikaribe ji civakê re çareserî pêşbixîne, di serî de divê xwe çareser bike. Pirsgirêka ku em pê re rûbirû dimînin ev e. Rêbertî dibêje “Em, di kesayetê de civakê, di dem de dîrokê tehlîl dikin.” Di kesayeta xwe de em pergala 5 hezar salan tehlîl dikin, li hember wê têkoşîn dikin û ev jî nehêsan e. Ji bo vê jî em dema nû tên çiya, em dibêjin şoreşger fîşeka destpêkê diavêje dijminê hundirê xwe. Dijminê hundirê me tişta ku me ji me dur dixîne ye. Çawa ku dayikek zarokê mezin dike û şêwaz dideyê, çiya jî heman rolê ji bo şoreşger û jinê dilîze. Çiya jinê mezin dike, ked dideyê, diparêze, bawerî pê dide qezenckirin. Tirs di hundirê mirov de wek caniwerekê ye ku heke mirov bi ser de neçe, ew mirov têxe nav lepên xwe, bêhêz dike. Ev tirs nahêle ku mirov bersiva çawa jiyînê bide. Em hebûna xwe ya çiyan tenê wek fîzîkî bidest nagrin. Li çiya pêwîste bi felsefe û bîrdozî bijî. Encax em wek pirs bikin û li bersivan bigerin, bikaribin bigihîjin ruhê xwe yê xwedawendî. Ya girîng li serê çiyan çawa jiyîn e. Wateya çiya jî bi felsefe jiyîn e. Li hemberî dijminê derve şerkirin pir hêsan e, lê belê li hemberî dijminê 5 hezar sal ku di hundirê mirov de bicih bûye hêza dil, mêjî, bîrdozî û baweriyeke pir xurt dixwaze. Heke cewher kamil be, ew bixwe şêwaza xwe digre. Heke şêwaz û teşe avabibe, lê belê cewher vala be, ew dirûv her mahkûmê binkeftinê ye. Cewher wek avekê ye, dema tejî û kamil be, ew bixwe rêya xwe dibîne, diherike û kes nikare pêşiyê bigre.

Li çiya ruh û mêjî encax bi perwerdeyê dikare avabibe. Tenê dibistan û pirtûk xwendin perwerde nîne. Tenê ev aliyeke perwerdeyê ye, perwerde rastjiyîn bixwe ye. Jiyan mamosteya herî mezin e. Ku mirov bikaribe jiyanê rast bixwîne dikare xwe perwerde bike. Her tevgera xwezayê peyamekê dide mirov. Rêbertî dibêje: “Perwerde çalekiya xwe jinûve avakirinê ye.”

 

Xweza wek dayikek ku çawa zaroka xwe himbêz dike û diparêze wisa xwedî mirovatiyê derdikeve. Wexta ku mirov xwe di erdê dirêj dike his dike ku di himbêza dayikekî de ye, an jî li ser kaniyekî zelal dema mirov rûyê xwe dişo û hênik dibe mirov maç kirina dayikekî hîs dike. Dema mirov di bin darekî de rudine û pişta xwe dide darê hîs dike ku hemu hezkirin û baweriya xwezayê doraliya wê pêçaye. Kulîlkên renga reng vedibê tu hîs dike ku xweza ji te re dikene. Di dengê bilbilekî de mirov aramiyê hîs dike. ji ber vê jî em gelek caran dibêjin dayik û xweza ji hevdu qut nîne. Ji ber ku heman heskirinê nîşan didin. Zarok gelek caran xeylazî dike lê dayik efû dike, ji ber ku dilekî wê ya pir mezin heye. Ji bo pêşerojê pêşbîniyekî pir mezin heye. Li hember xwezayê ji em gelek caran şaşitiyên pir mezin dikin. Em darên şîn qut dikin, derdor qirêj dikin, avan qirêj dikin, lê xweza ticar me ji bereketa xwe mehrum nahêle. Ji ber ku ew jî wek dayikekî dil bi rehm e, tejî hezkirin e.

 

Evîn axaftinekî pir pîroz e. Di rastiya Rojhilata Navîn û civaka kevneşop de peyvekî ku hatiye mehkum kirin. Di roja îro de jî di nav zindanan de ye evîn. Ji ber ku di bin navê evînê de qetlîama evînê hatiye kirin. Evîn azadî ye, hezkirin e, girêdan e. Lê belê di nav pergala desthilatdar de evîn tenê kole kirina zayendan e. Di nav pergala desthilatdar de evîn wekî tenê ajoyên zayendan tên fêmkirin. Lê belê di çiyan de jiyîn, evîn û evîndarî dixwaze. Kesên ku wek Derwêş evîndarê welatê xwe nebe nikare di çiyan de bijî. Hevaltî, hezkirina welat, girêdanbûna jiyanê hemu evîneke di nav dilê gerîlla de. Evîndariya çiyan naye pênase kirin, hin tişt divê were jiyandin ji bo fêmkirina wan. Peyv, gotin û nivîsandin nikare bîne serziman. Navê vê evînê nîne. Di çavê bilbilekî de eşqa jiyînê çi be, girêdana gerîlla jî ji çiyan re wisa ye. Wekî kulîlkên xwezayê, dema vêdibin hevdu tine nakin û bihevre xweşikbûna xwezayê dewlemendtir dikin, ev evînek e. Piştî serma û seqema zivistana dijwar, dar bi pelên xwe ve slav li hemu kesan dike, evîna gerîlla jî wisa ye. Çawa ku gerîllayan pişta xwe didin hevdu û li hember sermayê bi baweriya hevaltiyê dilê hevdu germ dikin, di rastiya çiyan de evîn ev e.

Pergal wisa daye bawer kirin ku qey evîn tenê di navbera du zayendan de tê jiyîn. Ev tenê milekî wê ye. Lê belê di cewhera hemu xwezayê de evîn heye. Gerîlla jî evîndarê vê ye. Şoreşger evîndarên herî mezin in û ji bo rizgar kirina evînê têkoşîn dikin. Şoreşger şerwanê avakirina evîna rast in.

 

Çiya hêlîna azadiyê ye. Çawa ku azadî sînora nasnake, jinên ku azad jî dibin sînoran nasnakin. Rêbertî azadiyê wek ronahiyê, enerjî, evîna jiyanê binav dike. Gelek pênaseyê azadiyê hene. Hin derdorên sosyalîst dibêjin’di zanebûna berpirsiyariyên xwe de bûyîn e.’

Dema ku Zennubiya li hember Roma şer dike û dîl dikeve destê wan, wê ya dixin zîndanê. Kralê Roma dixwaze bi Zennubiya re bizewice ji ber ku jinekî pir xweşik e, Zennubiya pêre nazewice û dibêje ‘ Dibe ku tu min dîl girtibî, lê bizanibe azadî ticaran dîl naye girtin, rihê min ne aîdê te ye’. Di çiyan de jî jiyîn wisa ye, piştî ku dil û mejî azad bû kelemên ku derdikevin pêşya wê kelemên fîzîkî ne, li hember azadiyê nabin asteng. Ji ber ku azadî têkoşîn bi xwe ye. Çawa ku avekî diherike tu nikarî bisekînî, her tim ewê riya xwe dibîne, azadî jî weke çemekî diherike, têkoşîna jiyanê jî naye sekinandin. Jina ku bi çiyan re hevdîtîn çêkiribe berî her tiştî xwe nas dike. Jinekî ku xwe naskiriye ticaran sînoran ji bo xwe rewa nabîne. Li hemberî sînoran her tim di nav têkoşînekî de ye. Derbaskirina sînoran hertim erka xwe ya esasî dibîne. li pêşya azadiyê tenê kelemek heye, ew jî kelema ku di hundirê mirovan de ye. Xwe bi keleman îzah kirin zimanê koleyan e. Jinên azad ticaran koletiyê ji bo xwe layiq nabîne.

Kurdistan Mardin